Kayıtlar

Serê Sibê/Jina Nivîskarekî

 Yek ji çîrokeke din a di Serê Sibê da cî digire jî çîroka Jina Nivîskarekî ye. Mêrê jinikê ne li mal e, ji bo li ser kitêba xwe ya ku nû derketîye biaxive, çûye paneleke li derveyî bajêr. Îcar jinik jî bi paqijîya malê ketîye. Gava her cihî paqij dike û dor tê ser paqijîya maseya nivîskar, pêrgî bilêteke şanoyê tê ku dîroka wê jî wê şevê ye. Pêşî li ber dikeve ku ji zû da ye ew û mêrê xwe bi hevdu ra neçûne cîyekî. Heta ji ber ku mêrê wê pir mijûl e, ji odeya xwe ya xebatê dernakeve û êdî wî pir nabîne jî. Ji ber vê yekê jî çûyîna şanoyê û bi ser da jî çûyîna bi hev ra ya bernameyekê bo wê mîna xeyalekê ye. Di ber van gazincên di dilê xwe da dikeve nava erênayekê. Hem ji ber ku ji zû da ye bi tenê neçûye cîyekî û hem jî naxwaze bêyî haya mêrê xwe pê bixe biçe şanoyê. Bi vê dudilîyê paqijîya xwe didomîne. Piştî ku tabloya Picasso jî paqij dike û virda wêda paqijîya xwe diqedîne û piçekî bêhna xwe jî dide şûnda, ji nişka va biryara xwe dide; xwe amade dike, kitêbeke mêrê xwe jî dig...

Serê Sibê/Serfîrazî

 Yek ji çîrokên Serê Sibê jî Serfirazî ye. Di Serfirazîyê da qala karaktereke veguherî tê kirin. Du hevalên jin ku di wextê da gelek samîmî bûne, hemû kêlîyên jîyanê bi hevdu ra parve kirine û berîya ku dîplomayên xwe yên zanîngehê wergirin, ji van herdu hevalan a ku navê wê Şevîn e bê sebeb xwe ji hevala xwe dûr xistîye û êdî hev nedîtine. Piştî salên dirêj, hevala din, yanî hevala mayî şevekê dibe mêvana hevaleke xwe, Şevîn jî cîrana wê hevalê ye. Ji nişka va tê wir û li hemberî hevala xwe ya zanîngehê mîna ku tiştekî nebûbe û ew qas zeman neketibe navê tevdigere. Tê li ber rûdinê û qala “Şevîna nû” û jîyana wê ya “serfiraz” dike. Ew Şevîn a ku wexta bi hev ra zanîngeh dixwendin, li sazê dixist û dixwest bibe muzîkjenek, niha bûye dinyanedîyeke ku ji qalkirina destkeftîyên xwe têr nabe. Zewicî ye, hevserê wê doktor e, du zarokên wê hene, maleke wê ya 140 metrekare heye û vîllayek kirîne ku dê bar bikin wir û êdî di wê vîllayê da bijîn.  Piştî ku di dawîya şevê da, hevala Şev...

Serê Sibê/Çengê li sîngê pêçayî

 Çîroka şeşem a Serê Sibêya Lorîn S. Doğan çîroka bi navê “Çengên li sîngê pêçayî” ye. Çeng çengên keçikekê ne, keçik li odeya doktorekî li bendî çend hevokên doktor e ku dê ew hevok qedera keçikê dîyar bikin. Keçik şevekê li gund şîva mirîyan dibe, pêrgî destdirêjîyê tê û tevî dê û du birayên xwe çûne doktor da ku fam bikin bê encam çi ye, ango bê ji keçkanî ketiye yan... Keçik bi dilekî tije tirs, bi hinavekî lerizî li bendî doktor e û ji devê wê dubare heman hevok diherike: “Ne sûcê min bû! Min gelekî li ber xwe da... Ne sûcê min bû!” Piştî ku doktor dibêje: “Keçkanîya wê xera nebûye!” Bêhna wan tê ber û bi dua û şikirkirinê dê û keça xwe ji doktor dixwazin ku vê rastîyê li raporê jî binivisîne da bibin nîşanî birayên wê yên li hewşa nexweşxaneyê li benda encamê ne bidin. Ew kêlîyên ku dê û keça xwe ber bi birayên wê va diçin û dayik rapora “pakbûnê”ya keça xwe dirêjî lawên xwe dike, trajedîya jinê dubare li ber û bin nigên bêwijdaniyê radixe... Lorîn S. Doğan bi vê çîrokê jî ê...

Serê Sibê/Civîn

 Çîroka pêncan a Serê Sibê, çîroka bi navê Civîn e û ji devê kesa/ê sêyem tê vegêran. Civîn civîna jinan e. Di civînê da peyvên wekî “jin, çareserî” derbas dibin û ev jî nîşaneya wê ye ku ew civîn yek ji civînên çareserkirina pirsgirêka mafên jinê ye. Piştî civîn diqede, ji civînê du jin bi hev ra dertên û dimeşin û ji wan jinan yek ji ya din, yanî ji Filîzê dipirse bê ka çima di civînê da Filîz û hevaleke din di quncikekê da bi pistepist peyivîne. Piştî vê pirsê, bersiva ku Filîz li dû hev rêz dike û dû ra tevgerên Filîzê yên li dû van gotinên wê nakokîyeke mezin nîşan dide.   Filîz dîyar dike ku gere jinên tên civînê hay ji cil û bergên xwe, ji tevgerên xwe hebin. Û gazinan ji kapîtalîzmê jî dike ku heta bi awayê xwe yê cil û bergan ketîye nava civînên wan jî. Wekî mînak ji devê Filîzê: “Wekî tu jî dizanî, di sazîyekê de lixwekirina wan kincan!.. Min jê re got, divê ji îro pê ve li van tiştan miqate be û ji kerema xwe re bi xortê ku tîne sazîyê, wan tevgerên fehş jî neke.” P...

Serê Sibê/Xelek

   Çîroka çarem a bi navê Xelek, mirov gelekî diêşîne. Riste bi riste êşa jinê dirêse. Û helbet poşmanîya jinê jî. Poşmanîyeke ku zewac dibe wekî qeydekê û dibe sînorek li pêşberî jiyîna jîyanê.   Ew jina ku serê ewil bi vê xelekê kêfxweş e, ji kêfan devê wê naçe ser hev û heta di nava heval û hogiran da destê xwe yê çepê ku gulîsk tê da ye zêdetir nîşan dide û dixwaze her kes zanibe bê ka çi qasî bextewar e bi wê xelekê...   Dûra ku di ser re dem diherike û êdî dereng dibe, hêdî hêdî lê divarqile ku çawa ji xwe dûr ketîye. Çawa hêdî hêdî ketîyê wî kirasê ku mêrê wê lê fesilandîye. Wî kirasê ku mêrê wê li gorî daxwaza xwe, li gorî zewq û kêfxweşîya xwe kin an jî dirêj, sade yan jî rengîn li gorî xwe lê fesilandîye û her ku ew kiras li jina xwe dîtîye zêdetir bextewar bûye.   Piştî deh salan dest bi meşa ber bi xwe va dike. Piştî lê divarqile ku vê xelekê ji bo wê konforek ava kirîye, lê belê di heman demê da jî ew ber bi tunebûnê va birîye û ew tune kirîye, des...

Serê Sibê/Manken

 Çîroka sêyem a kitêbê Manken e. Ev çîrok jî bi devê kesê yekem tê neqilkirin. Di vê çîrokê da xala balkêş ew e ku qest ji Mankenê ne mankena rasteqîn e. Ev, ew manken e ku di mexazayan da cil û bergên herî xweşik lê tê kirin û wê datînin ber vîtrînan. Ji devê mankenê tê neqilkirin ku tevî ne rasteqîn an zindî ne jî wekî mankenên jin tu tişt namîne ku nayê serê wan! Ango, gava cil û bergên li ser wan têne guherandin marûzî tacîzên ecêb tên û tiştên nemayî tên serê wan... Wekî mînak: “Ma ku tu zindîyek bûya wê çi bûya... çiçikên şidandî, kemaxên gilover, paqên zirav û dirêj... ku tu zindîyek bûya, Xwedê dizane min niha çi afatî dianî serê te!” Gava mirov vê çîrokê dixwîne ji hêlekî va dikeve şokê, ji hêla din va dilê mirov dixele. Ji ber ku ev yek êdî ne bi hesta zayendîtîyê va, lê tenê bi nêteke şehitî û jirêderketinê va eleqedar e. Lorîn S. Doğan bi vê çîrokê balê dikişîne ser wê yekê bê jin tenê ji ber jinbûna xwe marûzî xirabîyên çawa tê. Nîşan dide ku jin, wekî jin di civakê d...

Serê Sibê/Falbaz

 Çîroka duyem a pirtûka Serê Sibe ya Lorîn S. Dogan çîroka bi navê Falbaz e û bi devê kesê yekem tê qalkirin. Bûyer li Stenbolê derbas dibe. Jinek dê biçe Kûleya Galatayê û ji ber baranê naçe wir lê diçe “Qehwexaneya jinan”. Gava dikeve hundir, de çi bikevê... Dibîne ku li ser hemû maseyan falbaz, di destê wan da fîncan rûniştî ne û li hemberî wan jî jin rûniştî ne. Û gava mêzekirina li fala jineke diqede, jineke din di dest da fîncaneke qulibandî tê li ber falbaz rûdine. Bi vê dîmenê, bîranîneke wê ya li Nisêbînê li ber çavê wê geş dibe. Li Nisêbînê jî jin diçin cem yekî ku ji Sûrî hatîye û li falan mêze dike. Li wir jî jin dikevin dorê bo mêzekirina falan. Wexta nîyet dike ku wê êdî ji qehwexaneyê rabe, jinek dikeve hundir û dibêje, “Qehpika Şeyma kanî, qehpika Şeyma! Ji min re gotibû heta pênc wextan tu yê bi hezkirîyê xwe re bizewicî... mêrik, bi jineke din re zewicî!” Dîsa rastîyeke jinê û vê carê rexneyek li jinê. Bi hevoka “Jin, bendemayînê ji xwe ra dikin war!” jî vê yekê ...