Serê Sibê/Çengê li sîngê pêçayî

 Çîroka şeşem a Serê Sibêya Lorîn S. Doğan çîroka bi navê “Çengên li sîngê pêçayî” ye. Çeng çengên keçikekê ne, keçik li odeya doktorekî li bendî çend hevokên doktor e ku dê ew hevok qedera keçikê dîyar bikin.

Keçik şevekê li gund şîva mirîyan dibe, pêrgî destdirêjîyê tê û tevî dê û du birayên xwe çûne doktor da ku fam bikin bê encam çi ye, ango bê ji keçkanî ketiye yan...

Keçik bi dilekî tije tirs, bi hinavekî lerizî li bendî doktor e û ji devê wê dubare heman hevok diherike:

“Ne sûcê min bû! Min gelekî li ber xwe da... Ne sûcê min bû!”

Piştî ku doktor dibêje:

“Keçkanîya wê xera nebûye!”

Bêhna wan tê ber û bi dua û şikirkirinê dê û keça xwe ji doktor dixwazin ku vê rastîyê li raporê jî binivisîne da bibin nîşanî birayên wê yên li hewşa nexweşxaneyê li benda encamê ne bidin.

Ew kêlîyên ku dê û keça xwe ber bi birayên wê va diçin û dayik rapora “pakbûnê”ya keça xwe dirêjî lawên xwe dike, trajedîya jinê dubare li ber û bin nigên bêwijdaniyê radixe...

Lorîn S. Doğan bi vê çîrokê jî êşa jinê, bêçaretîya jinê û di rewşeke wiha da psîkolojîya ku dê û qîz dijîn dike çarçoveyê û bi dîwarê hişê me va bizmar dike! Dîsa şênber dike bê jin çawa li bendî wê qederê ye ku ji alîyê mêr û civakê va li eniya wê tê/hatiye nivîsîndin.

Û dîsa û çendbare şênber dike bê jin wekî kesayet, wekî însan di civakê da çawa tune tê hesibandin û li bendî hukumdar/hikumranê xwe/mêr e da ku qedera wê tayîn bike!

Li vir, a piralî mexdûr jin e, ji alîyê mêrekî va tûşî destdirêjîyê hatiye û ferq nake bê ew mêr nas, dost, meriv, heval an jî gundîyekî wan e. Axir ji alîyê mêrekî va destdirêjî lê hatîye kirin û mîna ku keçik jî dîyar dike ev sûc ne sûcê wê ye. Lê belê ev birîna civaka kurd a sedan salan xwe dîsa û ji nû va dubare dike û rola jinê ya di civakê da wekî “qurbanî û lêqewimî” naguhere. Giranîya psîkolojîya rewşeke ew qas bêtarîf li hêlekê, derdê keçikê/jinê û dêya wê ya feqîr bi tenê ew e ku ji mirinê/kuştinê xilas bibe. Û helbet ji gotegotên civakê xelas bibin; ew civaka ku wijdanê wê tim lal lê dev û zimanê wê qet nakeve tev û nasekine!

Bi vê çîrokê mirov careke din bandora civakê ya li ser kesayet û malbatan dibîne. Û dibine bê ka gotina Thomas Hobbes a ku dibêje “Însan gurxenêqê însên e” careke din xwe çawa piştrast dike.

Civak ger bixwaze dibe afirînêrek û jîyaneke nû bexşî mirov dike û ger nexwaze jî dikare bi awayê xwe yê xwe ji wijdan û edaletê şuştî bibe kujer û qesas û mirov bi qeterehmî qetil bike.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Serê Sibê/Falbaz

Serê Sibê/Manken

Silavek û Kitêbek