Serê Sibê/Falbaz

 Çîroka duyem a pirtûka Serê Sibe ya Lorîn S. Dogan çîroka bi navê Falbaz e û bi devê kesê yekem tê qalkirin.

Bûyer li Stenbolê derbas dibe. Jinek dê biçe Kûleya Galatayê û ji ber baranê naçe wir lê diçe “Qehwexaneya jinan”. Gava dikeve hundir, de çi bikevê... Dibîne ku li ser hemû maseyan falbaz, di destê wan da fîncan rûniştî ne û li hemberî wan jî jin rûniştî ne. Û gava mêzekirina li fala jineke diqede, jineke din di dest da fîncaneke qulibandî tê li ber falbaz rûdine. Bi vê dîmenê, bîranîneke wê ya li Nisêbînê li ber çavê wê geş dibe. Li Nisêbînê jî jin diçin cem yekî ku ji Sûrî hatîye û li falan mêze dike. Li wir jî jin dikevin dorê bo mêzekirina falan.

Wexta nîyet dike ku wê êdî ji qehwexaneyê rabe, jinek dikeve hundir û dibêje,

“Qehpika Şeyma kanî, qehpika Şeyma! Ji min re gotibû heta pênc wextan tu yê bi hezkirîyê xwe re bizewicî... mêrik, bi jineke din re zewicî!”

Dîsa rastîyeke jinê û vê carê rexneyek li jinê. Bi hevoka “Jin, bendemayînê ji xwe ra dikin war!” jî vê yekê dipeyitîne.

Bi pêwendîya Stenbolê û Nisêbînê nîşan dide ku her çend welat û bajar cuda bin jî bêhêvîbûn û bêçaretîya xwe li jinê girtîye eynî ye. Jina ku li benda kesek an jî tiştekî ye û hêvîyên xwe bi peyveke ji devê falbazekê diniqute va girê dide; mîna ku li çolê mabe û li benda dilopeke av be. Jina ku ji bo jiyana xwe watedar bike xwe li tiştên ne tişt diqelibîne. Û tim di nava bendewarîyekê da ye. Li bendê ye. Li benda hezê, li benda hêzê, li benda wefayê, dilsozîyê, dilovanîyê, li benda wijdan, li benda rehmê, li benda hêvîyê, li benda wateyê, li benda jiyanê ye... Û xwe û jiyan di nava bendawarîyan de winda kirîye.

Ew jin e ku hay jê tune ye, xilaskera xwe ew bi xwe ye. Hemû tiştên ku li bendê ye bi wê bi xwe, bi daxwaz û îradeya wê bi xwe dest pê dike û bi cî dibe.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Serê Sibê/Manken

Silavek û Kitêbek