Kayıtlar

Temmuz, 2025 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Serê Sibê/Serfîrazî

 Yek ji çîrokên Serê Sibê jî Serfirazî ye. Di Serfirazîyê da qala karaktereke veguherî tê kirin. Du hevalên jin ku di wextê da gelek samîmî bûne, hemû kêlîyên jîyanê bi hevdu ra parve kirine û berîya ku dîplomayên xwe yên zanîngehê wergirin, ji van herdu hevalan a ku navê wê Şevîn e bê sebeb xwe ji hevala xwe dûr xistîye û êdî hev nedîtine. Piştî salên dirêj, hevala din, yanî hevala mayî şevekê dibe mêvana hevaleke xwe, Şevîn jî cîrana wê hevalê ye. Ji nişka va tê wir û li hemberî hevala xwe ya zanîngehê mîna ku tiştekî nebûbe û ew qas zeman neketibe navê tevdigere. Tê li ber rûdinê û qala “Şevîna nû” û jîyana wê ya “serfiraz” dike. Ew Şevîn a ku wexta bi hev ra zanîngeh dixwendin, li sazê dixist û dixwest bibe muzîkjenek, niha bûye dinyanedîyeke ku ji qalkirina destkeftîyên xwe têr nabe. Zewicî ye, hevserê wê doktor e, du zarokên wê hene, maleke wê ya 140 metrekare heye û vîllayek kirîne ku dê bar bikin wir û êdî di wê vîllayê da bijîn.  Piştî ku di dawîya şevê da, hevala Şev...