Serê Sibê/Xelek
Çîroka çarem a bi navê Xelek, mirov gelekî diêşîne. Riste bi riste êşa jinê dirêse. Û helbet poşmanîya jinê jî. Poşmanîyeke ku zewac dibe wekî qeydekê û dibe sînorek li pêşberî jiyîna jîyanê. Ew jina ku serê ewil bi vê xelekê kêfxweş e, ji kêfan devê wê naçe ser hev û heta di nava heval û hogiran da destê xwe yê çepê ku gulîsk tê da ye zêdetir nîşan dide û dixwaze her kes zanibe bê ka çi qasî bextewar e bi wê xelekê... Dûra ku di ser re dem diherike û êdî dereng dibe, hêdî hêdî lê divarqile ku çawa ji xwe dûr ketîye. Çawa hêdî hêdî ketîyê wî kirasê ku mêrê wê lê fesilandîye. Wî kirasê ku mêrê wê li gorî daxwaza xwe, li gorî zewq û kêfxweşîya xwe kin an jî dirêj, sade yan jî rengîn li gorî xwe lê fesilandîye û her ku ew kiras li jina xwe dîtîye zêdetir bextewar bûye. Piştî deh salan dest bi meşa ber bi xwe va dike. Piştî lê divarqile ku vê xelekê ji bo wê konforek ava kirîye, lê belê di heman demê da jî ew ber bi tunebûnê va birîye û ew tune kirîye, des...