Silavek û Kitêbek
Silav xwînerên delal, silav ji bloga min ku ez ê êdî wekî “Kel û Pel” carinan çavdêrîyên xwe yên li ser civakê wekî anekdotek, carinan rasterast neqla bûyerekê, carinan danasîn û nirxandina berhemekê bi we ra parve bikim. Hêvîdar im ku wê ev parvekirin bi we jî xweş bên û hûn ê tim bi meraq û kêfxweşî li benda van “Kel û Pel”an bin Di vê nivîsa ewil a di bloga xwe da dixwazim pêşî cî bidim danasîn û nirxandina berhemekê. Ew berhem jî kitêba çîrokan a Lorîn S. Doğanê ya bi navê Serê Sibê (1) ye. Li ser çend çîrokên ku bala min kişandine ez ê binivisînim û her carê nivîsa xwe ya li ser çîrokekê belav bikim/biweşînim. Wê ev nivîs jî ne rexne bin, tenê wekî danasîn û nirxandin ez ê li gorî ray û dîtina xwe binivîsinim. Kitêba Lorîn S. Doğanê ya bi navê Serê Sibê, ji weşanxaneya Avestayê derketîye û edîtorê kitêbê Alan Ozmen e. Kitêb 72 rûpel e, wekî cure çîrok e û ji 17 çîrokên kurt pêk tê, û ev çîrok jî ev in: Serê Sibê, Falbaz, Manken, Xelek, Civîn, Guneh, Çengên li sîngê pêçayî, ...