Serê Sibê/Civîn
Çîroka pêncan a Serê Sibê, çîroka bi navê Civîn e û ji devê kesa/ê sêyem tê vegêran. Civîn civîna jinan e. Di civînê da peyvên wekî “jin, çareserî” derbas dibin û ev jî nîşaneya wê ye ku ew civîn yek ji civînên çareserkirina pirsgirêka mafên jinê ye. Piştî civîn diqede, ji civînê du jin bi hev ra dertên û dimeşin û ji wan jinan yek ji ya din, yanî ji Filîzê dipirse bê ka çima di civînê da Filîz û hevaleke din di quncikekê da bi pistepist peyivîne.
Piştî vê pirsê, bersiva ku Filîz li dû hev rêz dike û dû ra tevgerên Filîzê yên li dû van gotinên wê nakokîyeke mezin nîşan dide.
Filîz dîyar dike ku gere jinên tên civînê hay ji cil û bergên xwe, ji tevgerên xwe hebin. Û gazinan ji kapîtalîzmê jî dike ku heta bi awayê xwe yê cil û bergan ketîye nava civînên wan jî.
Wekî mînak ji devê Filîzê:
“Wekî tu jî dizanî, di sazîyekê de lixwekirina wan kincan!.. Min jê re got, divê ji îro pê ve li van tiştan miqate be û ji kerema xwe re bi xortê ku tîne sazîyê, wan tevgerên fehş jî neke.”
Piştra ku dikin ji hev veqetin, ji Filîzê ra dibêje were mala min lê Filîz naçe, dibêje; na, divê ez ji bo mijara sazîyê ya hefteya bê îşev dest bi xebatê bikim. Li gorî ku Filîz diyar dike, mijara hefteya bê jî “Kapîtalîzm û Bedena Jinê!” ye.
Piştî xatir ji hev dixwazin û Filîz diçe malê, ji bo hevalê xwe dest bi amadekarîyê dike. Pantorê xwe yê qot û tîşortê xwe yê xakî ji xwe derdixe û cil û bergên ku kirîye diceribîne. Bincilên tentenekirî, cilên şevê yên saten li xwe dike û dema li ber eynikê bi heyranî li xwe mêze dike dibêje:
“Wille min gelek pere di wan dan, lê kêfa min ji wan re hat.”
Filîz, cil û bergên hevala xwe ya li civînê wekî xizmeta kapîtalîzmê dibîne, “hevalê wê” û tevgerên wan fehşo mehşo dibîne û wê hevala xwe di civînê da hişyar dike lê belê ji bo xwe!?
Lorîn S. Doğan bi vê çîrokê li ber çavan radixe ku ev nakokîya civakê û tevgeran an jî nakokîya kesayetên ku civakê û tevgeran pêk tînin, her berdewam e. Pûçkirina wateya sazîyên bi vî rengî nîşan dide: Sazîyên ku wateya wan bi tevgerên kesayetên ku tê da cî digirin hatîye pûçkirin/tunekirin. Tevgerên ku wekî “fikr û raman” didomin lê wekî pratîk nabin çareserî. Berovajî vê çareserîyê, bi tevger û nakokîyên di nava xwe û sazîyan da çareserîya mafên jinê dijwartir dikin.
Civîna jinan e, çareserîya pirsgirêk û mafên jinê tên gengeşekirin. Lê jin wekî jin xwe bi xwe vê yekê sabote dikin.
Ew ji dilî û ew parastina fikr û ramanan a bi bawerî êdî tune ye.
Mirov ne mîna ku bawer dike dijî û ne jî mîna ku dijî bawerî û nirxên xwe dîyar dike. Çi be wekî din dide nîşandan û çi nîşan dide berovajî wê dijî.
Xaleke din a girîng a vê çîrokê jî bi me dide nîşan ku krîtera ehlaq ne kirin an jî tevgerên mirovan e, krîter ew e ku tiştê tê kirin eşkere tê kirin an bi dizî!
Ku eşkere be ji ehlaqê civakê der e, lê ger heman tişt veşartî bê kirin?
Nakokîya jinê, civakê û helbet nakokîya jinên ku di nava tevgera jinê da cî digirin!
Tevgerên ku gelek tiştan ji bo xwe rewa, ji bo hevalên xwe, derûdorê xwe guneh dibînin!..
Yorumlar
Yorum Gönder