Serê Sibê/Serfîrazî

 Yek ji çîrokên Serê Sibê jî Serfirazî ye. Di Serfirazîyê da qala karaktereke veguherî tê kirin. Du hevalên jin ku di wextê da gelek samîmî bûne, hemû kêlîyên jîyanê bi hevdu ra parve kirine û berîya ku dîplomayên xwe yên zanîngehê wergirin, ji van herdu hevalan a ku navê wê Şevîn e bê sebeb xwe ji hevala xwe dûr xistîye û êdî hev nedîtine.

Piştî salên dirêj, hevala din, yanî hevala mayî şevekê dibe mêvana hevaleke xwe, Şevîn jî cîrana wê hevalê ye. Ji nişka va tê wir û li hemberî hevala xwe ya zanîngehê mîna ku tiştekî nebûbe û ew qas zeman neketibe navê tevdigere. Tê li ber rûdinê û qala “Şevîna nû” û jîyana wê ya “serfiraz” dike. Ew Şevîn a ku wexta bi hev ra zanîngeh dixwendin, li sazê dixist û dixwest bibe muzîkjenek, niha bûye dinyanedîyeke ku ji qalkirina destkeftîyên xwe têr nabe. Zewicî ye, hevserê wê doktor e, du zarokên wê hene, maleke wê ya 140 metrekare heye û vîllayek kirîne ku dê bar bikin wir û êdî di wê vîllayê da bijîn. 

Piştî ku di dawîya şevê da, hevala Şevînê ya zanîngehê têra xwe li Şevînê û serkeftinên wê yên mezin guhdar dike, dixwaze êdî rabe û biçe mala xwe. Şevîn mîna ku bixwaze erebeya xwe jî nîşanê hevala xwe ya berê bide, dixwaze wê bi erebeya xwe bibe mala wê. Helbet nahêle, xwe bi zorê ji Şevînê xelas dike û dispêre aramîya şevê û tenêtîyê.

Lorîn S. Doganê bi vê çîrokê jî veguherîn an jî xwehindakirina jinekê/însanekê nîşan dide. Însanek çawa diguhere û dikare çi qasî veguhere! Û helbet jina ku li dû xeyalên xwe ye, dûra ji bo mêr, ji bo zewacê dikare çawa dev ji xeyalên xwe berde û bêyî ku hay ji dinyanedîbûna xwe hebe, dikare vê yekê jî mîna serkeftinek bibîne, xwe pê qure bike û dikare yên li dû xeyalên xwe diçin jî ji xwe kêmtir û paşdamayî bibîne.

Du hevalên jin ku zanîngeh bi hev ra xwendine, gelek samîmî bûne û gelek xeyalên wan hebûne û tim bi hev ra parve kirine. Ji van herdu hevalên jin yekê ji xwe ra ji tenêtîyê û ji kitêban huzûrek ava kirîye. Û jîyanek ava kirîye ku ji huzûra wê tenêtîyê pêk tê. Li gorî xwe, daxwaz û xeyalên xwe, berê jîyana xwe dîyar kirîye. Ji vê yekê gazînan jî nake û helbet jîyana kesî jî nadarizîne. Lê jina din/Şevîn, bêyî haya xwe daye dû nirx/normên madî yên civakê, dev ji xeyalên xwe berdaye, vê yekê jî wekî serfirazîyê dibîne û bi ser da, yên ku li dû xeyalên xwe ne jî biçûk dibîne. 

Ev jî yek ji nîşaneya wê yekê ye ku jîyan ji tercîhan û encamên van tercîhan pêk tê. Hinek jin an jî ku em berfirehtir bikin, hinek însan xwe û xeyalên xwe dikin qurbana civakê û hemû jîyana xwe li ser vê xeta xwar didomînin û xelata wan jî pesendbûn/erêkirina civakê ye: Serfîrazî(!) ye.

Hinek jin an însan jî, her li dû xeyalên xwe ne; civak, sal û zeman û tu neyînîyek nikare di navbera wan û xeyalên wan da bibe asteng. 

Xelata wan jî wateya jîyanê ye ku li ser nirxên xwe ava kirine.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Serê Sibê/Falbaz

Serê Sibê/Manken

Silavek û Kitêbek