Serê Sibê/Jina Nivîskarekî

 Yek ji çîrokeke din a di Serê Sibê da cî digire jî çîroka Jina Nivîskarekî ye.

Mêrê jinikê ne li mal e, ji bo li ser kitêba xwe ya ku nû derketîye biaxive, çûye paneleke li derveyî bajêr. Îcar jinik jî bi paqijîya malê ketîye. Gava her cihî paqij dike û dor tê ser paqijîya maseya nivîskar, pêrgî bilêteke şanoyê tê ku dîroka wê jî wê şevê ye. Pêşî li ber dikeve ku ji zû da ye ew û mêrê xwe bi hevdu ra neçûne cîyekî. Heta ji ber ku mêrê wê pir mijûl e, ji odeya xwe ya xebatê dernakeve û êdî wî pir nabîne jî. Ji ber vê yekê jî çûyîna şanoyê û bi ser da jî çûyîna bi hev ra ya bernameyekê bo wê mîna xeyalekê ye. Di ber van gazincên di dilê xwe da dikeve nava erênayekê. Hem ji ber ku ji zû da ye bi tenê neçûye cîyekî û hem jî naxwaze bêyî haya mêrê xwe pê bixe biçe şanoyê.

Bi vê dudilîyê paqijîya xwe didomîne. Piştî ku tabloya Picasso jî paqij dike û virda wêda paqijîya xwe diqedîne û piçekî bêhna xwe jî dide şûnda, ji nişka va biryara xwe dide; xwe amade dike, kitêbeke mêrê xwe jî digire û diçe şanoyê. Li kafeya navenda çandê hevalên mêrê xwe dibîne û diçe li cem wan rûdine, heta şano dest pê bike.

Sohbeta wan li ser "azadî, civak"ê û têgehên wiha digere. Gava yek ji wan hevalan, fikra jina nivîskar jî dipirse, jinik kitêba mêrê xwe ji çenteyê xwe derdixe, dide ser maseyê û dibêje:

"Ma ez ê çi bibêjim... Ez dibêjim qey mêrê min di vî warî de nivîsandîye."

Ev hevok bi tena serê xwe jî nîşan dide ka azadî bo civakê çi ye û azadî di asteke çi qasî bilind da ye(!)

Lorîn S. Doganê bi çavdêrîyeke nişmî û bi çîrokeke sade, dîsa nakokîyeke civakê qefaltîye û li ber çavên xwîneran raxistîye. Her wiha bi hûrgilîya tabloya Picasso jî nîşan daye ku ne tenê tabloyek lê dîwar hemû jî bi tabloyên herî navdar ên cîhanê bên lêkirin, gava binhiş eynî be, hişmendî eynî be, ew peyv û gotinên wekî "azadî, civak" û hwd. pûç û vala ne.

Xwendina kitêban, nivîsandina kitêban, nûnertîya ronakbîrîyê tenê bi kêrî entellektuelîyeke dîtbar û serkî/sethî tê. Wekî din tu ferqa nivîskar û ronakbîrên din ji kesên serûber ên di civakê da cî digrin û civakê pêk tînin tune ye.

Jina nivîskarekî be jî ew nivîskar mafên jinê, azadîyê, wekhevîyê û hwd. biparêze jî, encam bo jinê tim eynî ye.

Jin a li mal e, mêr ê li derve ye. Jin bermalî û heta navmalî ye, ji mêr ra jî li ku derê dar be ew der war e.

 Jin bi awayê dîtbarî cot be jî, cot xuya bike jî di rastîyê da tim fer e, tenê di mal da ye, jîyana wê bi kar û barê malê ra derbas dibe. Tenê ye û tikîtenê ye.

Di rewşeke wiha da mirov nikare qala têgehên wekî "azadî, civak" ê bike. Çimkî ne azadî tenê bi mêran dibe, ne jî civak. Îcar wekî nivîskarekî mirov di beşdarîyên bernameyan da û nivîsên xwe da qala azadîyê, qala civakê û qala azadîya civakê bike lê belê jin/hevjînên van nivîskaran jî di malê da hepsî be/bin, mehkûm be/bin, nobedarên zarokan û malan bin, ev jî dîsa nakokîyeke din î mezin a civaka me nîşan dide.

Ev çîrok jî dîsa nîşan dide ku pirsgirêk her wiha dest pê dike û dibe girêk, dibe girêka kor û mirov dike nake venabe. Ya her tişt tenê di xuyangê da ye, bi awayê dîtbarî heye yan jî her tişt ji der va dest pê dike, ne ji hundirê malê.

Wekhevî ji derveyî malê dest pê dike, edalet, heq, mafê jinê, azadî her ji derveyî malê dest pê dike û ecêb e dor qet nayê hundirê malê. Her li ser sekûyê malê girêdayî dimîne, ser wê tê nuxamtin/nixumandin lê li dervayî malê tim tê libakirin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Serê Sibê/Falbaz

Serê Sibê/Manken

Silavek û Kitêbek