Serê Sibê/Manken
Çîroka sêyem a kitêbê Manken e. Ev çîrok jî bi devê kesê yekem tê neqilkirin. Di vê çîrokê da xala balkêş ew e ku qest ji Mankenê ne mankena rasteqîn e. Ev, ew manken e ku di mexazayan da cil û bergên herî xweşik lê tê kirin û wê datînin ber vîtrînan. Ji devê mankenê tê neqilkirin ku tevî ne rasteqîn an zindî ne jî wekî mankenên jin tu tişt namîne ku nayê serê wan! Ango, gava cil û bergên li ser wan têne guherandin marûzî tacîzên ecêb tên û tiştên nemayî tên serê wan...
Wekî mînak:
“Ma ku tu zindîyek bûya wê çi bûya... çiçikên şidandî, kemaxên gilover, paqên zirav û dirêj... ku tu zindîyek bûya, Xwedê dizane min niha çi afatî dianî serê te!”
Gava mirov vê çîrokê dixwîne ji hêlekî va dikeve şokê, ji hêla din va dilê mirov dixele. Ji ber ku ev yek êdî ne bi hesta zayendîtîyê va, lê tenê bi nêteke şehitî û jirêderketinê va eleqedar e.
Lorîn S. Doğan bi vê çîrokê balê dikişîne ser wê yekê bê jin tenê ji ber jinbûna xwe marûzî xirabîyên çawa tê. Nîşan dide ku jin, wekî jin di civakê da pêrgî êrîşên bi çi rengî tên, çi dikişînin, çi tê serê wan û digel vê jî dengê wan dernakeve yan jî nikarin dengê xwe bigihînin tu kesî. Nîşan dide, bê mêr li dû ajo û nihiçkên xwe dikare çi qas qirêj û kirêt bibe û bê çawa dibe sedema rizîn û rizandina civakekê.
Bi dawîya vê çîrokê, xwîner dibe şahid ku mankeneke ne zindî, yanî şemedanî, naylonî û wekî pêlîstokê be jî dikare bibe hedefa destdirêjiya mêr bo tacîz û tecawizê.
Loma piştî xilaskirina vê çîrokê her çend qest û kontekst, xedarî û çavsorîyeke cuda be jî bêhemdî xwe ev helbesta A. Arî tê bîra mirov:
"Qesab in!
Dest bi qezetore, keftar!
Segên har in segên har!
Hey hawar ...”
Îcar... “Hey Hawar” û sed hey hawar, qesab in, segên har in... Bê çawa jinê, bi tenê wekî goştê ji bo wan hatiye çêkirin dibînin, wekî ku jin ji bo wan hatîye afirandin dibînin.
Yorumlar
Yorum Gönder