Serê Sibê/Jina Nivîskarekî
Yek ji çîrokeke din a di Serê Sibê da cî digire jî çîroka Jina Nivîskarekî ye. Mêrê jinikê ne li mal e, ji bo li ser kitêba xwe ya ku nû derketîye biaxive, çûye paneleke li derveyî bajêr. Îcar jinik jî bi paqijîya malê ketîye. Gava her cihî paqij dike û dor tê ser paqijîya maseya nivîskar, pêrgî bilêteke şanoyê tê ku dîroka wê jî wê şevê ye. Pêşî li ber dikeve ku ji zû da ye ew û mêrê xwe bi hevdu ra neçûne cîyekî. Heta ji ber ku mêrê wê pir mijûl e, ji odeya xwe ya xebatê dernakeve û êdî wî pir nabîne jî. Ji ber vê yekê jî çûyîna şanoyê û bi ser da jî çûyîna bi hev ra ya bernameyekê bo wê mîna xeyalekê ye. Di ber van gazincên di dilê xwe da dikeve nava erênayekê. Hem ji ber ku ji zû da ye bi tenê neçûye cîyekî û hem jî naxwaze bêyî haya mêrê xwe pê bixe biçe şanoyê. Bi vê dudilîyê paqijîya xwe didomîne. Piştî ku tabloya Picasso jî paqij dike û virda wêda paqijîya xwe diqedîne û piçekî bêhna xwe jî dide şûnda, ji nişka va biryara xwe dide; xwe amade dike, kitêbeke mêrê xwe jî dig...