Silavek û Kitêbek

 Silav xwînerên delal, silav ji bloga min ku ez ê êdî wekî “Kel û Pel” carinan çavdêrîyên xwe yên li ser civakê wekî anekdotek, carinan rasterast neqla bûyerekê, carinan danasîn û nirxandina berhemekê bi we ra parve bikim.

Hêvîdar im ku wê ev parvekirin bi we jî xweş bên û hûn ê tim bi meraq û kêfxweşî li benda van “Kel û Pel”an bin 

Di vê nivîsa ewil a di bloga xwe da dixwazim pêşî cî bidim danasîn û nirxandina berhemekê. Ew berhem jî kitêba çîrokan a Lorîn S. Doğanê ya bi navê Serê Sibê (1) ye.

Li ser çend çîrokên ku bala min kişandine ez ê binivisînim û her carê nivîsa xwe ya li ser çîrokekê belav bikim/biweşînim. Wê ev nivîs jî ne rexne bin, tenê wekî danasîn û nirxandin ez ê li gorî ray û dîtina xwe binivîsinim.

Kitêba Lorîn S. Doğanê ya bi navê Serê Sibê, ji weşanxaneya Avestayê derketîye û edîtorê kitêbê Alan Ozmen e. Kitêb 72 rûpel e, wekî cure çîrok e û ji 17 çîrokên kurt pêk tê, û ev çîrok jî ev in: Serê Sibê, Falbaz, Manken, Xelek, Civîn, Guneh, Çengên li sîngê pêçayî, Serfirazî, Salê carekê, Pişo, Wê Şevê, Jina nivîskarekî, Xew, Raz, Bêlome, Şop, Qoltixên sor.

Mirov dikare bêje ev çîrok hemû jî ên jinê ne. Jina ku ji alîyê malbatê va, ji alîyê civakê va û jina ku ji alîyê xwe va jî tê xapandin.

Çîrok ên jinê ne. Jina ku malbata wê neheqîyê lê dike, civak neheqîyê lê dike. Û ew bi xwe jî neheqîyê li xwe dike.

Ji çîroka ewil jî û ji pasaja ku ji çîroka ewil li ser bergê hatîye bi cî kirin jî, mirov kêm zêde tê derdixe ku çîrok hemû rast in. Çîrokên jinê ne, jinên ku bi piranî qedera wan ji alîyê civakê û ji alîyê mêr va hatîye dîyarkirin. Jinên ku marûzî neheqî, tacîz, zext û êrişên mêr yan jî civakê dimînin.

Karakterê her çîrokekê temsîla beşek ji civakê dike û mirov dikare bibêje berhemeke panoramîk e ku wiha beş bi beş, parçe parçe lê bi tevahî wekî dîmeneke şênber civakê li ber çavan radixe. Mîna ku eynik li civakê girtibe. Xwîner gava van çîrokan bixwîne dikare bêje ev cîrana min e, ev hevalek min e, ev yek ji malbata min e û heta dikare bêje ev ez im...

Çîroka ewil bi navê Serê Sibê ye. Ew serê sibê ya ku dibe dawîlêhatina jîyana jinekê, keçikekê.

Çîrok, di wexta koronayê da li kuçeya hunerê ya Dîyarbekirê diqewime. Çîrok a jinekê ye ku ji alîyê toreyên civakê va bi destê birê tê kuştin. Ji alîyê nobederê namûsê, ango mêr va hatîye kuştin.

Serê Sibê, bi devê kesê yekem tê qalkirin ku ew bi xwe jî li wê kolanê dijî û hê jî di bandora kuştina keçikê da ye. Ewil qala koronayê û bandora wê ya li dinyayê dike, dû ra qala bûyerê dike; bûyera ku çendekî berê li wê kolanê qewimîye.

Bi hişekî belawela, dilekî bêhizûr ku hê jî di bandora wê bûyerê da ye ji bo çend pêdivîyên xwe bikire dikeve dikaneke wê kolanê, gava danûstandina xwe dike, ji nişka ve dibêje, “Wê rojê keçikek li vê kolanê hate kuştin!” Dikandar jî dibêje, “ Em bi tiştên wilo re eleqedar nabin, nizanim!” Pîştî vê bersivê ruhê wê yekcar ditengize ji dikan derdikeve û tê li ser bankê rûdine, li ser banka li hemberî banka ku keçik lê hatîye kuştin û ku hê jî xwîna wê ya zuhabûyî li ser bankê ye. Sîya keçikê li wir dîyar dibe, vegêr dibe keçika kuştî bi xwe û çîroka xwe ya wê rojê jê ra vedibêje.

Ew keçik qala wê serê sibê dike, qala dahatûyê, hêvî û xeyalên xwe û helbet qala birayê/kujerê xwe yê ku li ser wê bankê li benda wê ye dike. Bi nîyeteke pak nêzî birê xwe dibe, û hêvîdar e ku birê wê yê ku di heman demê da cêwikê wê ye û bi hevdû ra mezin bûne, bêrîya wê kiribe loma gotibe,

 “Bîskekê em hevdu bibînin.”

 Hêvîya wê ew e ku ew tiştên dêya wê di telefonê da gotibû ne rast bin, tirsa dilê wê tewş be û birê wê jî bêrîya wê kiribe, neçe gund û êvarê bibe mêvanê wê. Bi wê hêvîyê nêzî birê xwe dibe ji bo wî hembêz bike, lê bira/kujer, wê bi gulleyekê ji jîyanê vediqetîne. Li ser gotina pismamê wê yê ku ji bavê wê ra gotîye;

“Min dîtîye destê keça te di destê lawekî de bû.”

Bi dengê gulleyê hildifire ser xwe, hê jî li ser wê bankê rûniştî ye, çavên wê li sîya keçikê digerin. Çavên wê li ser çend dilopên xwîna zuha ya li ser banka vala, ku ji kitêbên ber sînga keçikê herikînê, di hişê wê da ew gotina dikandar olan dide:

“Em bi tiştên wilo re eleqedar nabin, nizanim!”

Ev gotina dikandar wekî deng an jî bêdangîya civakê olan dide. Dengê ku dikare bibe sedema kuştina mirovan, qetilkirina xeyal hêvî û dahatûyan. Û dengê ku bibe bêdengîyek, bibe korbûn û famkorîyek, li hemberî neheqî, zilm û bêedaletîyê.

Lorîn S. Doğan, bi vê çîrokê rastîya jîyana gelek jinan raxistîye li ber çavan. Mirov dikare bêje rexneyek e li civakê, li ser gotegotên civakê. Civaka ku nobedarê namûsa herkesî/ê ye. Civaka ku gava hesabê wê tê agir gurr dike û gava hesabê wê neyê jî, li hemberî hemû zilm û neheqîyan xwe kerr dike.

Lorîn S. Doğan, Serê Sibê, 2024, avesta




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Serê Sibê/Falbaz

Serê Sibê/Manken